tisdag 24 mars 2009

Jiyana Shevger


§evger 5.1.1957 li ( Kê§ikê ) bajarê Tirbespî yê hatîye dinê , Ez ji bavê xwe hînî stran u helbesta kurdî bûme, bavê min deng xwesh bû û zaroktîya xwe li gundê kê§kê bi hunermend Said axa cezrawî re derbas kiribû bi stran u hunerê ji ber wilo bavê min tim ji malbatêre stran u helbest u sirûd digotin u zivistanan civat bi hunerê digerîya.

min ji zaroktîya xwe de stran li bavê xwe di vegerand u tim bavê min digote min dive tu §erim neke u ti bibe dengbêjekî miletê xwe, di destpêka sala 1970 min stran bi hi§kere gotin ,tê bîra min ez 13 salî bum hunermend Aramê Dikran hatibu Tirbespîyê mala mihyedînê Haco u min xwe gihande civata wan u min bi Aram dikran re stran gotin ..
1974 ez çûme Lobnanê û min bi Mihemed Teyb Tahir ( Teybo ) stran gotin u 2 stran min li Beyrutê tomar kirin.

§evger : ji sala 1973 ez helbesta kurdî divsînim û heya niha nêzîkî 500 helbestên min hene bes mixabin heya niha min bi fermî çep ne kirine u min pere nîne ku ji kîsî xwe çep bikim..
pir hunermendan helbest û awazên min gotine weku :
Selah Osê -- Gara --Alî xudêda §ingalî -- Hadî §ingalî --Nasir Temo -- Slêman Hovik --Hozana derwish li Hawlêr-- Berzan Mizûrî li Duhokê -- Shivan germavî Duhok -- Rihan li Suleymanîyê -- Hozan Efrînî li Swed --Nebez li Swed-- Shewqî li tirbespiyê -- Sipan -- Kaniwar --Hemza Yosiv - Ehmed Slêman - Koma Shanidar li tirbespiyê --Koma nu hilat li Shamê --Koma Narîn li Qamishlo .

¤¤ ji 1981 heya 1988 ez berpirsê hunerî bûm di Koma Narîn de, ev kom ser bi parti demoqrati kurd li Suri bû, û min hijmarek mezin ji stranên xwe u ji filklor têde gotîye.
1976 ez çûme Ordon ( Oman ) li newroza komela Selahedin min stran gotin
1978 min li Shamê kasêtek stranên Filklorî Tomar kirin
1978 min 3 stran bi koma Pala re tomarkirin li Qamishlo
1979 min cd ji 12 stranan tomarkir cd yekemin wek fermî bi navê ( Welatê Min )
1981 cd 2 bi navê Newroza gundê min
1983 cd 3 bi navê
1988 cd 4 bi navê Helpça Hîro§îma kurdayê. li Qami§lo tomar bû
1991 cd 5 Elo...Elo Welat li Swêd Tomar bû
1996 cd 6 Dom nakê zilmû zor
1997 cd 7 Yarê ..Yarê
1998 cd 8 Ez gula xwe nadim
2001 cd 9 Esmera Min
2003 cd 10 Xewn u Fermêsk
2005 cd 11 Na yarê Na
2008 cd 12 Sheva Hicran
Vidio cilîpên min : 15 vîdio cilipên min hene u tevde shoresh kurê min ew ji minre
çêkirin.

Seradana min bo kurdistan :
1 car çûme serdana bakurê kurdistan di sala 2000 de
1 cara çûme serdana rojhelatî kurdistan 2004 ez çûme Mihabad ser gura Qadi muhemed u ez bash li rojhelat gerîyam u min dengê xwe gihande gelê xwe li wir.
3 car ez çûme serdana ba§ûrê kurdistanê di sala 2000 u li sala 2004 u li 2006
Min 5 zarok hene , 3 zarokên min mijûlî musika kurdî ne,

kurê min Shoresh wî musik u montaj li zango qedandîye li sweden, shoresh bi xwe deng xweshe u vidiocilipek wi li Tv kurdî de tê we§andin... u hemû musika min u vidiocilipên min zarokên min çêdikin u bi alikarîya hijmarek dostên min ji hunermendên Swedîyan.
Rogesh : Tehsila filmcinama li zangoyê qedandiye li sweden u hem musikjene jî.
Kanî Em : keca min di okestra Swêdi de li Viol, Kemanê dijenîne.
Keca min ya mezin: Xwendina ilum siyasiyê dixwine li zanoya Uppsala li swêd u ewandama FN ye.

www.sevger.se
sevger@hotmail.com
sweden